Hezîran 25, 2021 12:57 Asia/Tehran
  • Balafirên bê mirov ên artêşa Yemenê êrîşî baregehek leşkerî ya koalîsyona Siûdî ya dagîrker dike

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê Pêncşemê bi şev ragihand ku balafirên bêpîlot ji hêla artêş û komîtên gelerî yên Yemenê ve li baregehek leşkerî ya koalîsyona êrişker a Siûdî li devera El-Wediye li tixûbê Yemen-Siûdî xist.

Li gorî ajansa nûçeyan ya IRIB newsê, "Yehya El-Serî" ragihand ku artêş û komîteyên gelerî yên Yemenî bi deh Balafirên bêpîlot yên herêmî yên bi navê  "Qasef k2" ev baregeh hedef girtin.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenî herwiha got, "Navenda fermandarî, Pêgehên rahênanê, beşên qelebalix û deverên din ên nava bingehê bûn hedefa êrişan. Di vê êrişê de 5 efserên Siûdî û zêde ji 60 çeteyên din ên siûdî hatin kuştin."

"Yehya El-Serî" got: Ev operasiyon du rojên berî niha cih hat ku belegeyên wê yên dengdar û wêneyî hene û ew ê bi zûtî werin weşandin.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenî dibêje ev operasiyonên hêzên çekdar ên Yemenê di bersiva cinayet û êrişên Hevpeymaniya Siûdî û dorpêçkirina Yemenê pêk tên.

Serepeyv