Hezîran 12, 2021 19:48 Asia/Tehran
  • Erebistana Siûdî: Îsal tenê 60 hezar kes dikarin Hec bikin

Wezareta Hec û Umreyê ya Erebistana Siûdî ragihand ku kesên dixwazin îsal biçin Hecê, divê ji welatî û kesên li Erebistana Siûdî bibin û tenê dê 60 hezar kes bin.

Îro 12.06.2021ê wezareta Hec û Umre ya Siûdiyê di daxuyaniya xwe de îşaret pê kir ku rewşa tenduristiya kesên ku dixwazin biçin Hecê divê baş bibe û nexweşiyên giran bi wan re tune bin, her wiha temenê wan ji 18 heta 65 saliyê be û derziyên vîrûsa Koronayê li xwe xistibin.

Li gorî daxuyaniyê ku qeydkirina kesên dixwazin biçin Hecê, divê ji welatî û kesên li Erebistana Siûdî dijîn bibin, da ku rê û resmên Hecê di nava tenduristî, ewlehî û aramiyê de pêk werin.

Wezareta Hec û Umre ya Siûdiyê ragehand: ‘’Ji ber berdewamiya hebûna vîrusa koronayê biryar hatiye dayîn ku îsal merasîmên Hecê bi beşdariya tenê 60 hezar kesan ve birêve biçe.’’

Serepeyv