Hezîran 02, 2021 21:42 Asia/Tehran
  • Serokomarê nû yê Rejîma Siyonîst diyar bû

Parlamenta Rejîma Siyonîst(Knesset) Isaac Herzog wek serokomarê nû yê Rejîma Îsraîlê destnîşan kir. Herzog Serokê Ajansa Cihûyan û Serokê berê yê Partiya Karkeran e.

Parlamenta Rejîma Îsraîlê ku wek Knesset jî tê naskirin, li şûna Reuevn Rivlin, serokê berê yê Partiya Karkeran Isaac Herzog wek Serokomarê nû yê Rejîma Îsraîlê destnîşan kir.

Di dengdana li Knessetê de Herzog ku kurê 6emîn Serokomarê Îsraîlê Chaim(Heîm) Herzog e li hember rikebera xwe aktîvîsta sîyonîst Miriam Peretz 87 deng wergirtin. Peretz jî 26 deng bidest xistin.

Heyama erka serokomarê niha Reuevn Rivlin roja 9î Tîrmehê temam dibe û piştî wî Isaac Herzog dê wek 11emîn serokê Rejîma Siyonîst dest bi kar bike.

Li Rejîma Îsraîlê serokomar bi dema 7 salan tê hilbijartin û li gor posta serokwezîriyê ku gelek erkan li xwe digire, xwedî girîngiyeke sembolîk e.

Li Rejîma Îsraîlê piştî hilbijartinan nîqaşên li ser avakirina hikûmeteke hevpeymanî berdewam in û heta niha diyar nîne ka serokwezîrê niha Netanyahu dê li derveyî hevpeymaniyê bimîne an na.

Serepeyv