Rejîma Siyonîst gef li Lubnanê jî xwar
Wezîrê Şer ê Rejîma Siyonîst Benny Gantz gef li Lubnanê xwer ku şerê bi vê welatî dê ji yê bi Xezayê re xeternaktir bibe û got: “Tişta li Xezayê me dîtiye wê li Lubnanê deh qat be.”
Wezîrê Şer ê Rejîma Îsraîlê Benny Gantz der barê êrişên muhtemil a Hizbullaha Lubnanê li dijî Til Evîvê hişyarî da û gef xwar ku heke ev yek pêk were dê ji topbarana li dijî Xezayê bi deh qatan zêdetir Lubnanê topbaran bike.
Gantz wiha bersîva pirsa rojnamevanan a têkildarî hebûna şerekî bi Lubnanê re di pêşerojê de da: “Tişta me li Xezayê dîtiye, dê li Lubnanê deh qatan jê zêdetir be.
Gantz di dewamê de îdia kir: Dê şerekî giran be ji ber ku Hizbullah 100 hezar mûşekan vedişêre. Beşek jê pir hesas in û menzîldirêj in. Ev hemû jî di nava şêniyên sivîl de ne.”
Rejîma Siyonîst ji ber berxwedana qahêm a komên Filistînî neçar ma şerê li dijî Xezeyê rawestîne û yekalî agirbesê îlan bike.