May 30, 2021 00:26 Asia/Tehran
  • 20 Filistînî ji hêla hêzên ewlehiyê yên Rêxistina Birêveberiya Xweser ya Filistînê ve hatin binçav kirin

Hêzên ewlehiyê yên Rêxistina Birêveberiya Xweser ya Filistînê zêde ji 20 filistînî ji ber piştgiriya ji Xeze û Qudsa Şerîf binçav kirin.

li gorî malpera Erebî 21, Koma Parêzerên Piştgirê Dadê ya Filistînê îro Şemiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku zêdetirî 20 Filistînî ji hêla Rêvebiriya Xweser a Filistînê ve ji ber ku beşdarî xwepêşandanên dijî Siyonîstan û parastina Quds û Xezeyê bûn, hatin binçavkirin. 

Herwiha hatiye ragihandin ku Rêvebiriya Xweser a Filistînê j çalakên siyasî û nivîskarên ku di torên civakî de piştgiriya Quds û Xezeyê kirine bankirine Teşkîlata Ewlehiyê ya Filistînê ji bo îfadedayîn di vê barê de.

Koma Parêzerên Piştgirê Dadê ya Filistînê ev girtin û binçavkirinan neqanûnî dane zanîn û diyar kiriye ku hêzên ewlehiyê dema binçavkirinê ti destûrname tinebûn.

Ji aliyê din ve wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin roja Înê piştî nîvro di peywendiyek telefonî digel Wezîrê Rejîma Îsraîlî Benny Gantz cardin piştgirî da vê Rejîmê û di vî halî de piştgiriya berdewamiya agirbestê li Xezayê jibo dabînkirina ewlehîyek domdar jî kir.

Serepeyv