May 30, 2021 00:04 Asia/Tehran
  • Peyama pîrozbahiyê ya kesayetiyên herêmê ji

Kesayetiyên herêmî yên wekî Muqteda Sedir, serokê Tevgera Sedr a Iraqê, Mehmûd Ebas serokê Rêxistina Birêvebriya Xweser a Filistînê, Mîşêl Ewn Serokomarê Lubnanê û çend kesayetiyên din serketina Beşar Esed di hilbijartinên serokomariya Sûriyê lê pîroz kirin.

Li gorî ajansa nûçeyan yaIRIB NEWSê, Muqteda Sedr di peyama xwe ya pîrozkirinê ji Esed re diyar kir ku rûmet û serbilindiya Sûriyê û neteweya wê wekî rûmet  û serbilindiya neteweya Iraqê ye.

Herwiha Serokê Desthilata Fîlîstînî, Mehmûd Ebas, jî şeva şemiyê peyamek pîrozbahiyê ji Beşar Esed re şand û serketina wî di hilbijartinên serokatiya Sûriyê de lê pîroz kir û banga berfirehkirina têkiliyên Filistînê bi  hikûmeta Sûriyê re kir.

Mîşêl Ewn Serokomarê Lubnanê jî îro bi şandina peyamekê ji Beşar Esed re serketina wî di hilbijartinên serokomariya Sûriyê de pîroz kir ûxwest ku têkiliyên dîrokî yên du welatan berfire bibin. 

Serokê Parlamenta Sûriyê Hemûda Sebagh sibeha Înê di civînek rojnamevanî de got: "Beşar el-Esed di hilbijartinên seroktîyê de ji sedî 95,1 deng stend,"

Serepeyv