Polîsên Rejîma Siyonîst li Erdên Dagirkirî dest bi girtina filistîniyan kir
Polîsên Rejîma Siyonîst di nava çend rojên dawîn de dest bi êrişa girtinê li dijî ciwanên Filistînê di hundirê Erdên Dagirkirî (Îsraîl) de kir. Di encama wê de zêdetirî 250 kesên filistînî bi tawana beşdariya li xwepêşandanên dawîn hatin destgîrkirin.
Polîsên ÎRejîma sraîlê roja Yekşema borî dest bi hemleya bi navê "Qanûn û Sîstem" kir ku armanca wê destgîrkirina wan kesan in ku beşdarî xwepêşandanên dawîn ên piştgiriya ji xelkê Xezeyê bûn.
Ev êrişa polîsên siyonîst beşek ji hemleyeke mezintir e ku li dijî xwepêşandêran li herêmên curbicur pêk anî û di encama wê de hezar û 550 kes ji Filistînê hatin girtin.
Malpera Ereb 48 li ser zimanê gerînendeyê Navenda Qanûnî ya Parastina Mafên Kêmneteweyên Ereb Hesen Cebarîn ragihand ku tu esasê qanûnî yê van girtinan tuneye.