Bombebarankirina deverên cûrbicûr ên Yemenê ji hêla balafirên cengî yên koalîsyona Siûdî
Balafirên cengî yên koalîsyona dagirker ên Siûdî bi caran çendîn deverên Yemenê bombebaran kirin.
Li gorî ajansa fermî ya Yemenî (Saba) roja Yekşemê, balafirên şer ên hevpeymaniya Siûdî di saetên borî de gelek caran bajarên Serwah û Mudghel li parêzgeha Maribê bombebaran kirin.
Li gorî vê raporê, balafirên şer ên hevpeymaniya Siûdî du caran jî herêmên li bajarê Mîdî ya parêzgeha Heceyê hedef girtin.
berî viya jî di êrîşek asmanî ya hevpeymaniya Saudî ser bajarê Zahir li bakurê rojavayê Yemenê de sê sivîl hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
Li gorî çavkaniyên leşkerî yên Yemenî, hevpeymaniya Siûdî di 24 saetên borî de 128 caran agirbest li parêzgeha El-Hudeydeh binpê kiriye.
Erebistana Siûdî û hevalbendên wê ji Adara 2015-an û vir ve ku zêdeyî çar sal di ser de derbas dibe bi kuştina bi hezaran sivîlan û hilweşandina binesaziya Yemenê ji ber berxwedana gelê vî welatî, nekarîne bigihêjin armancên xwe yên li Yemenê.