Bi dehan Libnanî dikevin axa Filistîna dagirkirî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i326321-bi_dehan_libnanî_dikevin_axa_filistîna_dagirkirî
Çavkaniyên Erebî gotin, bi dehan Libnanî bi şikandina bendên ewlehiyê yên li ser sînor ketin nav axa Filistîna dagirkirî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 14, 2021 19:03 Asia/Tehran
  • Bi dehan Libnanî dikevin axa Filistîna dagirkirî

Çavkaniyên Erebî gotin, bi dehan Libnanî bi şikandina bendên ewlehiyê yên li ser sînor ketin nav axa Filistîna dagirkirî.

Li gorî malpera nûçeyan ya Ereb 48, berêvara îro Înê bi dehan Libnanî ber bi sînorê welatê xwe digel Filistîna dagirbûyî meşiyan, bendên ewlehiyê şikandin û ketin axa Filistîna dagirkirî. Armanca wan piştgirîdayîna gelên bindest ên Filistînê û berxwedana Quds û Xezeyê ye.

Li gorî çavkaniyên Erebî, leşkerên rejîma Îsraîlî gulle ber bi wan kesan berdan û ji bajaroknişînên siyonîst ên li nêzê sînorê Libnanê xwestin ku ji malên xwe dernekevin.

Berî viya çavkaniyên medyayî raghandibûn ku bi hezaran Urdunî çûne ser sînorê welatê xwe digel Filistîna dagirbûyî ji bo piştgirîkirina gelê Filistîn û berxwedana wan û bang li rayedaran kirin ku sînoran vekin da ku ew bikaribin bigihêjin hawara gelê Filistînê.