May 14, 2021 23:14 Asia/Tehran
  • Berdewamiya pevçûnan li Qiraxê Rojava Çemê Urdinê / heft şehîd û zêdeyî 150 birîndar

Çavkaniyên Fîlîstînî ragihand ku pevçûnên di navbera xwepêşanderên Fîlîstînî û çekdarên Siyonîst de li deverên cûrbicûr ên Qiraxa Rojava ku di wan de heft Filistînî şehîd bûn û zêdetirî 150 kesên din jî birîndar bûn, berdewam dikin.

Li gorî Al Jazeera îro Înê; Gelên deverên curbicur ên Qiraxa Rojava Çemê Urdinê îro piştî nimêja Înê li bajar û gundên xwe ji bo protestokirina êrişên Rejîma Siyonîst ser Qudsa dagirkirî û Xezeyê xwepêşandan kirin, û ji hêla çekdarên Siyonîst ve rastî êrişê hatin.

Wezareta Tenduristiyê ya Desthilata Fîlîstînî ragihand ku di êrişên çekdarên Siyonîst ser Filistîniyan li deverên cûrbicûr ên Qiraxa Rojava herî kêm heft Filistînî şehîd û zêdeyî 150 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Fîlîstînê ya li Xezeyê jî ragihand ku di pênc rojên borî de di êrişên rejîma Îsraîlê yên li ser Xezeyê de 122 kes şehîd bûne ku ji wan 31 zarok û 20 jin in û 900 kes jî birîndar bûne.

Qudsa dagirkirî û hin bajarên din ên Filistînê ji meha pîroz a Remezanê şahidê pevçûnên di navbera çekdarên Siyonîst û xwepêşanderan û nimêjkerên Fîlîstînî de ye û ji Duşemê ve piştî bidawîbûna muhleta berxwedanê ji bo Tel Avivê ku êrişên xwe ser Qudsê û Mizgevta El-Aqsayê bi dawî bike, ev êrişana berfire û dijwartir bûne, .

Serepeyv