Daxuyaniya Yekîtiya Ewropî derbarê piştgiriya ji cinayetên Rejîma Siyonîstî
Berpisê siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropî (YE) di hevpeyvîna telefonî bi wezîrê derve yê Rejîma Siyonîstî re piştgirî da cinayetên vê Rejîmê li dijî gelê mezlûm ê Filistînê.
Berpisê siyaseta Derve ya YE "Josep Borrell" di axaftina têlefonê ya digel wezîrê karên derve yê Rejîma Îsraîlê Gabi Ashkenazi de tekezî li ser piştgiriya xwe ji ewlehiya Rejîma Îsraîl kir, bê ku tawanên vê dawiyê yên rejîma dagîrker dijî Filistîniyan behs bike.
Piştgiriya bêheger a Borrell ji cinayetên Rejîma Siyonîst di rewşekê ye ku gelek welat, sazî û rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan, di nav wan de Human Rights Watch jî, tevger û siyasetên Rejîma Siyonîst dijî Filistîniyan wekî nîjadperestî binav kirin û red kirin.
Wezareta Tendirustiya Filistînê li zîvala Xezayê amara herî dawiyê derbarê şehîd û birîndarên filistînî ragihand û diyar kir ku heta niha 119 filistînî şehîd bûne ku 28 ji wan zarok û 15 jî jin in û 621 kes jî birîndar bûne.
Rejîma dagirkerê Quds şeva borî û vê sibehê bi dehan avahî û xaniyên li Zîvala Gazayê kirin hedef, nemaze li bajarên Xezza û Xan Yûnis, bû sedema gelek hilweşandinê.
Berxwedana Filistînê ji di bersiva van cinayetên siyonîstan ji başûr heya bakur deverên siyonîst têda kirin armanca mûşek û roketan ku di encamê de bi dehan siyonîst hatin kuştin û birîndar bûn û gelek xisarên madî jî li wan ketin.
Li gor gotina rayedarên siyonîst heta niha di êrişên mûşekî yên Tevgera Hemasê de jî herî kêm 7 siyonîst hatine kuştin.