May 12, 2021 21:28 Asia/Tehran
  • Netanyahu: Êrişên li ser Xezayê belav dibin

Serokwezîr û wezîrê cengê yên Rejîma Îsraîlê gef li grûpên filistînî xwar ku wê şer berdewam bike û got ku operasyonên wan li dijî Şirîda Xezayê dê berdewam bikin.

Li gor Televîziyona Aljazeera, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst  Binyamin Netanyahu îro serdana nexweşxaneyekê li Tel Avîvê kir ku birîndarên siyonîst yên ji ber êrişên Tevgera Hemasê lê tên dermankirin û li wir bal kişand ser îmhabûna erebeyeke artêşa Siyonîst ku mûşeka dijî tankan a filistîniyan lê ketibû û bi hêrs gef li filistîniyan xwar ku emê operasyonên wan li dijî Şirîda Xezayê dê berfire û berdewam bikin.

Binyamin Netanyahu bêyî ku balê bikişîne ser êrişa ser malên xelkê û sivîlan îdia kir ku şeva derbasbûyî di êrişeke asmanî ya hêzên wan de li Xezayê hejmareke fermandarên pilebilind ên Hemasê hatine kuştin.

Serokwezîrê Rejîma Îsraîlê di axaftina xwe de îdia kir ku wan bi awayekî tund bersiva êrişên Hemasê da û gef xwar ku ew dê derbeyeke “giran” li Hemasê bidin.

Wezîrê Rejîma Siyonîst ê cengê Bani Gantz jî got ku Îsraîl red dike ku agirbestê bipejirîne û aramiyê vegerîne Xazayê. 
Heta niha di şer, pevçûn û aloziyan de li Xezayê bi kêmanî 53 filistînî ku 14 ji wan zarok in şehîd û zêde ji 320 kes jî birîndar bûne.

Artêşa Rejîma Siyonîst jî ragihandibû ku tenê ji şeva derbasbûyî ve Hemasê zêdetirî 1000 mûşek berdane Îsraîlê  ku bûne sedema kuştina bi kêmanî 5 kesan.

Gelek ji welatên cîhanê û gelên cîhanê li welatên wekî Îran, Pakistan, welatên erebî û Tirkiye û hwd bi civîn û daxuyaniyên tund cinayetên Rejîma Siyonîst li dijî gelê Filistînê şermezar kirine. 

Serepeyv