Rejîma Îsraîl: Filêstiniyan zêde ji 1000 mûşekan avêtine Îsraîlê
Ji Şeva borî heta serê vê sibehê careke din hejmareke zêde ya mûşekan ber bi Israîlê ve hatin avêtin. Artêşa Rejîma Siyonîst dibêje zêdetirî ji 1000 muşekan ji Xezayê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin.
Di van du rojên derbasbûyî de hêzên Berxwedana Filestînê hejmareke zêde ya mûşekan bi ser deverên siyonîstan de barandin û û balafirên Rejma Siyonîst jî çend caran Xeza bombbaran kirin. Li Xezayê heta niha herî kêm 40 kes ji aliyê balafirên şer ên vê rejîmê ve şehîd bûne ku gelek ji wan zarok in.
Li gor daxuyaniya artêşa Rejîma Îsraîlê zêdetirî ji 1000 muşekan ji Xezayê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin û ew îdia dike ku piraniya wan ji aliyê sisteme berevaniya asmanî ya vê rejîmê ve berî ku bikevin hatine jinavbirin.
Di encama wan êrîşan de, li gorî ku polîsên Rejîma Siyonîst dibêjin 5 siyonîst hatin kuştin, Tendirustiya Filestînê jî ji aliyê xwe dibêje, di êrîşeke Rejîma Îsraîlê li ser Xezayê de, serê vê sibehê kesekî din jî şehîd bû.
Amarên giştî yên ku ji aliyê Wezareta Tendurstiya Filestînê ve hatine ragihandin bi vî awayî ne, li Xeza 35 şehîd hene ku 12 ji wan zarok in û 3 jin in, herwiha zêdetir ji 233 birîndar hene.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken bêyî ku balê bikişîne ser vê yekê ku kîjan alî şer û pevçûn daye despêkirin di pêwendiyeke telefonî de li gel Wezîrê Derve yê rejîma Siyonîst Gabî Aşkinazî de dilgiraniya xwe ji êrîşên mûşekî yên li ser Îsraîlê nîşan da. Blinken di pêwendiya telefonî de daxwaz ji hemû aliyan kir rewşê aram bikin û tundûtîjiyê rawestînin.