May 11, 2021 00:24 Asia/Tehran
  • Berxwedana Filistînê di bersiva cinayeta Rejîma Siyonîst nevendên vê rejîmê dan ber mûşekan

Li gorî çavkaniya ji Xezayê de, komên Berxwedana Filîstînê yên li Xezayê, Qudis û yekîniyên niştecihan ên siyonîst ên li nêzî Xezayê topbaran kirin û nuqteyeke leşkerî ya li Xezayê kirin armanc. Ew êriş li ser bersivdana cinayet û êrişên Rejîma Îsraîlê li dijî filistîniyên li Qudisê pêk hat. Ew yek jî îşaretê bi şerekî leşkerî ya berfireh bi artêşa Rejîma Îsraîlê re dike.

Ketaib El-Qesam, baskê leşkerî yê Tevgera Hemasê ragihand ku wê bi mûşekan derbeyek li bajarokên Îsraîlê yên li Qudisê daye, ku bersiva êrişên Îsraîlê yên li dijî filîstîniyên li qada Mescid El-Eqsa bidin.

Ketaib El-Qesam da zanîn ku ew amade ye bersiva êrişan bilind bike, heke êrişên dagirkeriyê dûbare bûn.

Artêşa Rejîma Îsraîlê îdia kir ku 7 mûşekên ku ber bi Qudisê ve hatine şopandine û wiha daxuyand: "Pergala parastina asîmanî mûşekek bê bandor kir. 4 moşek jî li derdora Qudisê ketin û dengê teqînan li tevahî bajêr hate bihîstin."

Girêdayî mijarê, Seraya El-Qudis ê baskê leşkerî yê Tevgera Cîhad El-Îslamî eşkere kir ku wê yekîniyên li Xezayê bi dehan moşekan topbaran kirin û nuqteyeke leşkerî ya Îsraîlê li rojhilatê Xezayê kir armanc.

Serepeyv