Filistînê ji Rêxistinên Navneteweyî xwest ku rûniştineke awarte derbarê rewşa Qudsê li dar xin
Di berteke bûyerên vê dawiyê li bajarê Qudsê yên dagirkirî û êrişa siyonîstan ya li dijî Fîlîstîniyan de, Rêvebiriya Xweseriya Filistînê banga civînek awarte ya rêxistinên navneteweyî kir.
Rojnama Al-Quds Al-Arabi(El-Quds el-Erebî) îro ragihand ku Wezîrê Derve yê Fîlîstînê Riyaz el-Malikî got: Bi balyozên Fîlîstînî re di têkiliyê de ye ku daxwazên civînek awarte ji aliyê Komkara Erebî, Rêxistina Hevkariya Îslamî, Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê ya NY radestî van rêxistinan bikin.
El-Malikî herwiha got: Desthilata Fîlîstînî hewl dide ku rêxistinên hanê di civînên xwe de daxuyaniyên şermezarkirina cinayet û tawanên Îsraîl bidin û bang li welatan bikin ku têkiliyên xwe bi rejîma Apartheid asiyonîstî re ji ber cinayet û tawanên dijî mirovahiyê qut bikin.
Rejîma Siyonîstî di van yek-du hefteyên borî de êrişên xwe li Qudsa dagirbûyî giran û dijwartir kirine û bi sedan Filistînî birîndar kirine.
Li gorî Heyva Sor a Filistînî, duh di êrişên leşkerên Siyonîst ser Filistîniyan li Qudsa dagirkirî û herêma Şêx Cerrah herî kêm 205 Filistînî birîndar bûn.