May 08, 2021 09:39 Asia/Tehran
  • Êrişa Leşekerên siyonîst ser nimijkerên filistînî li Qudsê û birîndarkirina 53 kesan

Şeva borî li hewşên Mizgefta Eqsayê û li taxa Şêx Cerah a bajarê Betulmuqedesê (Qudsê) leşkerên siyonîst êriş kirin ser nimêjkeran li mizgefta Eqsayê, di encamê de şer û pevçûn derket ku eva bûsedem herî kêm 53 filistînî birîndar bibin. Teqwiyetên leşkerî yên Rejîma Îsraîlê hîn berdewam dike.

Çavkaniyên tibî yê Filistînê ragihandin ku di encama operasyênên serdegirtinê de ku polîsên rejîma Îsraîlê li hewşên Mizgefta Eqsa pêk anîbûn da ku filistînên nimêjkir biqewitînin, herî kêm 53 filistînî birîndar bûn û herwiha li hewşa mizgefê û taxa Şêx Cerah a li Qudsê gelek filistînî jî girtin.

Li gorî ragihandina ajansa Fars Newsê şer û pevçûn li devera Bab-el-Amûd hîn berdewam dike. Ev dever di navenda bajarê Qudsê ye û ji 10 rojên berê heya vê demê ev tax bûye qada şerê hêzên siyonîst li dijî filistîniyan.

Komeleya Heyva Sor bi daxuyaniyekê ragihand ku pirraniya birîndaran di serên xwe de birîndar bûne û çend kes jî derbeyên giran di çavên xwe de xwarine.

Duh înê hevdemê Roja Cîhanî ya Qudsê zêde ji 70 hezar filistînî di nimêja mizgevta Eqsayê beşdarî kirin û piştre li dijî Rejîma Siyonîst xwepêşandan bi rê xistin. 

Polîsên rejîma Îsraîlê li herêmên cuda yên Qudsê rê girtin, da ku xwepêşandanên Filistînê yên li dijî zextên vê rejîmê yên li Qudisê û piştgiriya niştecihên taxa Şêx Cerah ku di bin gefa derxistinê de ne, ji hev bixin.

Li aliyekî din jî Rejîma Îsraîlê sewqiyetên leşkerî li gelek deveran xurt dike, da ku bûyer veneguhere rageşeiyeke leşkerî bi komên Filistînê yên li Xezayê re.

Roja Înê ya dawiya meha Remezana Pîroz li gor pêşniyara xêmdarê nemir ê Komara Îslamî ya Îranê Îmam Xumeynî wek Roja Cîhanî hatiye binavkirin û her sal li Îran û cîhanê bi taybet li erdên filistînî ji wan li Qudsa şerîf ev roj bi mersam û xwepêşandanên nerizamendiyê li dijî Rejîma Siyonîst, tê pîrozkirin. 

Serepeyv