May 06, 2021 11:57 Asia/Tehran

Serokomarê Rejîma Siyonîst, Yair Lapid, hevrik û dijberê Benjamin Netanyahu û serokê partiya Yesh Atid destnîşan kir ku kabîneya nû ya vê rejîmê ava dike.

Li gor Rapora Pêncşemê ya Russia Today; Serokomarê Rejîma Îsraîlî Rowan Rivlin tevî danasîna Lapid jibo damezrandina kabîneyek nû, got ku wî niha piştgirîya 56 ji 120 endamên meclîsê heye.

Rivlin di 6ê Avrêlê de Serokwezîrê vê demê yê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo avakirina kabîneya rejîmê wezîfedar kir, lê Netanyahu êvara Sêşemê ragihand ku muhleta 28 rojan xilas bûye û wî nikariye vê kabînê pêk bîne loma pêkanîna wê dîsa sparte Rivlin.

Li dû têkçûna hewldana sêyemîn a Netanyahu di warê avakirina kabîneya nû de, alozî û xitimîna siyasî li Erdên Dagirkirî (Îsraîl) piştî lidarxistina çar hilbijartinan di nav kêmtirî ji du salan de hînjî berdewam dike.

Ger Lapid sernekeve, hilbijartina dubare ya pêncemîn dê ji bo pêşeroja siyaseta Îsraîlê bibe vebijarka herî muhtemel.

Serepeyv