Nîsan 27, 2021 17:29 Asia/Tehran
  • Îdiaya Rêjîma Siyonîst: Me dil tune di hilbijartina Filistînê da mudaxile bikin

Tevî hebûna gelek raporan derbarê hewildanên Rêjîma Siyonîst ji bo betalkirin an paşdaxistina hilbijartina Filistînê, Weareta hundir a vê rêjîmê îdia kir ku wan dil tune xwe têkelî vê hilbiijartinê bikin.

Li gorî rapora kovara siyonîstî ya Valla Newsê, Alûn Bar Serokê erkantiya Wezareta derve ya Rêjîma Siyonîst îro Sêşemiyê di hevdîtina digel 13 balyozê ewropî bi îdiaya ku wan dil tune mudaxile an pêşîlêgirtin li hilbijartina Filistînê bikin, got: Me vekolandina vê mijarê spartiye Rêxistina xwerêveber a Filistînê.

Wî îdia kiriye, Bi nêrîna Israîlê Mehmûd Ebas Serokê Rêxistina Xwerêveber a Filistînê ji ber tirsa ji serketina Hamasê di hilbijartinê da, hewl da ku wê paşda bavêje û heke Ebas Israîlê berpirsa lidarneketina hilbijartina Filistînê dizane, nabe ku hûn xwe têkelî van îdiayan bikin.

Ev îdia di halekî dane ku Xesan Elyan hevahengkira Kabîneya Rêjîma Siyonîst li erdên dagirbûyî ji Husên El-Şêx wezîrê karên şaristanî yê Rêxistina xwerêveber ra bi awayê ddevkî ragihandiye ku Til Avîv lidarxistina hilbijartinê li Qudsa dagirkirî napejirîne.

 

Serepeyv