Êrîşên balafirên şer ên koalîsyona Siûdî li Ma'riba Yemenê
Çavkaniyên Yemenî gotin ku balafirên bombeavêj ên koalîsyona Siûdî 21 caran wilayeta Ma'rib a di navenda vî welatî de bombebaran kirin.
Li gorî malpera Al-Masira ya Yemenê roja Duşemê; Balafirên şer ên koalîsyona Siûdî di nava şevê de 19 caran bajarokê Sarwah ê wilayeta Ma'ribê bombebaran kir.
Balafirên koalîsyona Siûdî du caran jî bajarê Medeghel a wilayeta Ma'rib kirin hedefa êrişên xwe.
Di vê navberê de, yekîneya top û mûşekên artêşa Siûdî jî çend deverên bajarê Razeh ê ser bi parêzgeha Saada ya li bakurê Yemenê kir armanc.
Malpera El-Hura jî nivîsiye ku li Maribê di navbera hêzên ser bi koalîsyona Siûdî û hêzên Ensarullaha Yemenê de şerên giran didmin, di encamê de di 48 saetên dawî de herî kêm 65 kes di van şerana hatine kuştin.
Vê malperê destîşan kir ku li Maribê, Hêzên hikûmeta Rizgariya Neteweyî û Ensarullahê eniya Kesara bi temamî xist bin kontrola xwe. Niha şer kêmtirî 6 kîlometre dûrî bajarê Maribê ye.
Erebistana Siûdî, bi piştgiriya Amerîkayê, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û çend welatên din, ji Adara 2015an û vir ve bi dorpêça bejahî, deryayî û hewayî dest bi êrişa leşkerî ya ser Yemenê kir.