Êrîşa balefirên bêmirov ên Yemenê ser baregeha asimanî ya Melik Xalida Erebistanê
Nîsan 25, 2021 09:57 Asia/Tehran
Yekîneya balefirên bêmirov a Artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê careka din baregeha Melik Xalidê li parêzgeha Esîra Erebistan da ber êrîşê.
Li gorî rapora Sky Newsê, Yehya Serî Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê îro ragihand: Yekîneya balefirên bêmirov a Artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê baregeha Melik Xalidê ya ser bi hevpeymaniya destdirêjker a siûdî li Xemîs Meşîtê bi balefiora Qasif k2 daye ber êrîşê û ev balefirxane bi diqet hatiye lêxistin.