Arteşa Siyonîst bi şikestina sîstema parastina hewayî ya rejîmê îtiraf kir
Artêşa rejîma Îsraîl pejirand ku sîstema wê ya berevaniya hewayî nikaribiye mûşekên ku ji xaka Sûriyê hatine avêtin bişopîne û îmha bike.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, arteşa rejîma Îsraîlê îro, Pêncşemiyê, têkildarî êrişa mûşekî ya nêzîkê tesîsa nukleerî ya "Dimona" ya li başûrê Filistîna dagirbûyî ragihand, ku mûşeka hatî avêtin ji xaka Sûriyê ne hate şopandin.
Berdevkê erebî yê Artêşa Rejîma Siyonîst Avîxay Edreî jî li ser hesabê xwe ya Twitterê de nivîsî: Lêkolînên pêşîn ên li ser bûyera avêtina mûşekên zemîn-hewa ji Sûriyê ber bi Îsraîlê ve diyar dikin ku tu mûşek nehatine şopandin û lêkolînên li ser bûyera mûşekên ji Sûriyê hatine avêtin berdewam dikin.
Arteşa Siyonîst di daxuyaniya xwe ya berê de îdia kiribû ku berevaniya hewayî ya rejimê mûşekên şopdêr avêtin mûşekên ku ji nav Sûriyê berdane; Lê ne diyar e ka ew li hedefên xwe ketine an na.
Vê sibehê, çavkaniyên herêmî yên li Filistîna dagirkirî ragihandin ku li dora tesîsa nukleerê ya Dimona sirenên deng(Ajîr) ên hişyariyê hatin lêdan.
Li dû bêhîstina dengê sîrenan, çavkaniyên Siyonîst rapor weşandin ku mûşekek ji xaka Sûriyê avêtine başûrê Filîstîna dagirkirî.