Nîsan 22, 2021 13:31 Asia/Tehran
  • Li Filistîna dagirkirî li nêzîkê tesîsa nukleerê ya Dimona teqîna mûşekê

Çavkaniyên heremî ragihandin ku ajîra(sirena) hişyariya êrişa roketî ya li bajarokên Siyonîstan ên li dora Gerîda Xezayê hat bihêstin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Filistînî Shahab, Kanala 12-an a Rejîma Siyonîst ragihand,Sibeya pêncşemê ajîrên hişyariyê li Neqeba dagirbûyî hat bihêstin  û piştî wê li bajarokên siyonîstan dengê teqîneke bi hêz kete guhan.

Li gorî vê raporê, siyonîstên bajarokan di torên civakî de nivîsîne ku dengê teqînan li derdora El-Xelîlê, Ûrşelîm (Quds) û Ramellahê li başûrê devera Rojavayê Çemê Urdinê bihîstine.

Berdevkê Artêşa Rejîma Siyonîst  Avichay Adraee ragehand: ‘’Ji nav axa Sûriyê ve hewl hate dayîn bi mûşek binkeyê atomî yê Dîmona ya Îsraîlê bikin armanc û êrîşê li ser bikin.’’

Li gor gotina Avichay Adraee ,şeva borî 21.04.2021ê çend mûşekên cureya SA5 ji nav axa Sûriyê ve avêtin çend balefirên leşkerî yên Îsraîlê, ku beşdarî bombebarana navçeyekî Sûriyê bûbûn.

Berdevkê artêşa Rejîma Îsraîlê amaje bi wê yekê kir ku mûşek li navçeya Neqeb a li başûrê Îsraîlê(Filistîna dagirkirî) ketine xwarê û ragehand, cîhê ku mûşek lê ket teqînek pêkhat.

Avichay Adraee îdia kir ku armanca mûşekê ne binkeya atomî ya Dîmona bû û got: ‘’Mûşek 30 kîlometran dûrî binkeya atomî ya Dîmona ketine xwarê.’’

Serepeyv