Nîsan 22, 2021 12:37 Asia/Tehran
  • Hêzên çekdar ên Yemenê li Erebistanê bi balafirên bêpîlot êrişa ser baregeha hewayî ya melik Xalid kir

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê derbarê operasyona balafirên bê mirov ên artêşa Yemenê li dijî hedefên leşkerî yên li Baregeha Hewayî ya Melik Xalid agahî dan.

Li gorî kanala nûçeyan a El-Mesîre ya Yemenê, Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê general  "Yehya Serî" duh got: Li Basegeha Hewayî ya Melik Xalid a li Xemîs Muşeyta Erebistana Siûdî, navendeke leşkerî ya girîng bû hedefa balafirek bêmirov a K2 ya Qasif.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê tekez kir: Hedefên leşkerî yên li Baregeha Hewayî ya Melik Xalid a li Xemîs Muşeyt bi diqet û tam hatin lêdan.

Yehya Serî herwiha diyar kir: Armancgirtina bargeh û navendên Siûdî bersivek xwezayî û yasayî ye li hember zêdebûna êrişên vê rejîmê li dijî Yemenê û dorpêça heralî li dijî welatê me.

Berî viya, Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê, Muhemed Nasir El-Atifî, tekez kir ku heke hevalbendîya Siûdî bixwaze ehmeqiya xwe di êrişa dijî Yemenê de bidomîne, em ê stratejiyên din bikar bînin.

Şerfiroş û êrişên Erebistana Siûdî û hevalbendên wê yên li dijî gelê Yemenê heya niha bûye sedem ku zêdetirî 17,000 Yemenî werin kuştin û bi deh hezaran kes birîndar bibin û bi mîlyonan Yemenî jî koçber bibin.

Serepeyv