Nîsan 21, 2021 01:14 Asia/Tehran
  • Êrişa balafirên bêpîlot ên Yemenê ser Balafirgeha Ebha ya Erebistana Siûdî

Berdevkê artêş û komîteyên gelanî ên Yemenê Yehya Serî îro ragihand ku balafirên bêpîlot ên Yemenê balafirgeha Ebha li başûrê Erebistana Siûdî kirin hedef.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, "Yehya Serî", berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenî, îro Sêşemê ragihand, ku êrişa ser deverek leşkerî ya girîng li balafirgeha "Abhayê" li Erebistana Siûdî bi karanîna balafira bêpîlot a Qassif K2  hate kirin.

Yehya Serî got: Operasyonanê diî bersiva êrişên berdewam ên koalîsyona Siûdî û domandina dorpêça Yemenê cih hat.

Balafirgeha Ebha, li kêleka Baregeha Hewayî ya Melik Xalid a li Xemîs Muşeyt, yek ji wan balafirgehan e ku piraniya êrişên hewayî yên koalîsyona li dijî Yemenê ji van her du cihan têne kirin.

Yekîneya Balefirên Bêpîlot ya arteşa Yemenê vê hefteyê jî bi balefireke bêpîlot a Qasif K2 êrişî ser Baregeha Hewayî ya Melik Xalid a li başûrê rojavayê Erebistana Siûdî kir. 

Serepeyv