Nîsan 19, 2021 14:58 Asia/Tehran
  • Rojnameya El-Ereb: Yewnanistan ji têkiliyên Misirê û dewleta Tirkiyê bi fikar e

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa têkiliyên Misirê û dewleta Tirkiyê û rewşa Îranê kir.

Li gorî rapora ajansa Hawar Newsê (ANHA), Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa têkiliyên Misirê û dewleta Tirkiyê û rewşa Îranê kir.

‘YEWNANISTAN JI NÊZÎKBÛNA MISIRÊ Û dewleta Tirkiyê BI FIKAR E’

Rojnameya El-Ereb têkildarî têkiliyên Misirê û dewleta Tirkiyê wiha nivîsî: “Tevgerên nêzîkbûna di navbera Misirê û dewleta Tirkiyê de, fikarên Yewnanistanê çêkirin ku têkiliyên baş ên dewleta Tirkiyê bi Qahîreyê re li berjewendiyên hevbeş ên li rojhilatê Deryaya Spî bandorê bikin.

Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias roja yekşemê serdana Qahîreyê kiribû û bi hempîşeyê xwe yê Misirê Samih Şukrî re civiyabû. Her wiha her du aliyan şêwirên siyasî li dar xistin û gelek mijarên hevkariya dualî û dozên herêmî yên ji bo her du welatan girîng, nîqaş kiribûn. Ev yek nîşan dide ku nakokiyên di navbera Enqere û Atînayê de dê bihêlin ku li ser xwenêzîkkirina ji Qahîreyê bikevin pêşbirkê.

Yewnanistan ditirse ku têkiliyên Misirê û dewleta Tirkiyê bandorê li hevsengiyên heyî yên li rojhilatê Deryaya Spî bike. Nemaze ku nakokiyên bi Enqereyê re roleke girîng di pêkanîna hevbendiyên aborî, leşkerî û siyasî di navbera Qahîre û Atînayê de lîst û hişt ku dewleta Tirkiyê bê sînordarkirin.

Çavkaniyên Misirê got: “Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê hin soz ji Misirê girtin ku nêzîkbûna bi Enqereyê re dê bandorên neyînî li Yewnanistanê neke ku Qahîre û Qibris wê wek hevalbendekî stratejîk ê girîng di Forma Gazê ya Rojhilatê Deryaya Spî de, dibînin.”

Serepeyv