Nîsan 17, 2021 18:05 Asia/Tehran
  • Operasiyona balefirên bêbalefirvan ên artêşa Yemenê li başûrê rojavayê Erebistanê

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê qala pêkanîna operasiyoneke balefirên bêbalefirvan li dijî armanceke hestyar li başûrê rojavayê Erebistanê kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Sertîp Yehya Serî', Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê roja Şemiyê qala operasiyona balefirên bêbalefirvan li dijî baregeha asimanî ya Melik Xalidê li axa Erebistanê kir.

Sertîp Yehya Serî' ragihand ku yekîneya balefirên bêbalefirvan a artêşa Yemenê bi balefireka Qasif K2 operasiyonele êrîşkerane li dijî baregeha asimanî ya Melik Xalidê li Xemîs Meşîtê pêk aniye.

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê ragihand ku di vê êrîşê da nuqteyeka hestyar bi awayekî deqîq ketiye ber êrîşê.

 

Serepeyv