Nîsan 14, 2021 22:40 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniya Navdewletî: DAIŞ hîn jî gef e

Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ragihand; hê jî DAIŞ ji bo cîhanê gef e û bûye sedema tirsa civakên Iraq û Sûriyê.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Wayne Marotto di daxuyaniyeke rojnamevanî de got; terorîstên DAIŞê hê jî li ser asayîşa herêmê gef in.

Wayne Marotto diyar kir ku terorîstên DAIŞê êdî 110 hezar kîlometre çargoşe kontrol nake û 8 milyon kes li ber destê wan nîne, lê belê bi dawî nebûye dewlet, lê îdeolojiya wan li ser cîhanê metirsî ye.

Marotto destnîşan kir ku bawer nakin DAIŞ bikare li Iraqê derkeve û vegere asta berê.

Serepeyv