Rayedarekî payebilind ê Amerîkayê gihaşt Lubnanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i325591-rayedarekî_payebilind_ê_amerîkayê_gihaşt_lubnanê
Wekîlê Wezareta Derve ya Amerîkayê David Hill sêyemîn berpirsê payebilind a wezaretê gihêşt Lubnanê, da ku nîgeranî û bifukarbûna Rveberiya Amerîkayê yên ji ber alozbûna rewşa li Lubnanê ji rêveberên Lubnanê re ragihîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 14, 2021 07:23 Asia/Tehran
  •  Rayedarekî payebilind ê Amerîkayê gihaşt Lubnanê

Wekîlê Wezareta Derve ya Amerîkayê David Hill sêyemîn berpirsê payebilind a wezaretê gihêşt Lubnanê, da ku nîgeranî û bifukarbûna Rveberiya Amerîkayê yên ji ber alozbûna rewşa li Lubnanê ji rêveberên Lubnanê re ragihîne.

Li gorî AFP`ê, Wezareta Derve ya Amerîkayê duşemê daxuyaniyek dabû û tê de ragihandibû ku dê rayedarekî payebilind bişîne Lubnanê, da ku nîgeranî û metirsiya rêveberiya Amerîkayê li hemberî paşdeçûna rewşên siyasî û civakî yên Lubnanê ji berpirsên Lubnanê ragihîne.

Her wiha Wezareta Derve ya Amerîkayê got wekîlê wê yê karûbarên siyasî David Hill ku sêyemîn rayedarê payebilind ê wezaretê ye, dê ji 13`ê-heta 15`ê Nîsanê serdana Beyrûtê bike.

Wezareta karên Derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Hill dê zextê li rayedarên Lubnanê û serokên partiyan bike, da ku hevkar bin û hikumetekê ava bikin ku dikare guhertinên aborî û rêveberî pêk bîne.