Piştgiriya Îranê ji bo pêşkeftina danûstandinên aşitiya Yemenê
Şêwirmendê Taybet ê wezîrê karên derve yê Îranê di karûbarên sîyasî yên taybetî de tekez kir ku Îran piştgirî dide pêşveçûna danûstandinên aştiyê li Yemenê.
Li gor IRNAyê, Şêwirmendê Taybet ê wezîrê karên derve yê Îranê di karûbarên sîyasî yên taybetî de Elî Esxer Xacî îro duşemê di dewama şêwirkarî û danûstandinên Komara Îslamî ya Îranê derbarê çariseriya krîza Yemenê de bi muzakirekirê payebilind ê Hikûmeta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê, Muhemed Ebdulselam re bi têlefonê peyivî.
Di vê hevpeyvînê deher dualiyan bûyer û guhertinên dawiyê yên derbarê aştiya li Yemenê de hilkolandin.
Xacî pesnê pêşveçûnên muzakireyên aştiyê yên Nûnerê Taybet ê NY li Yemenê Martin Griffiths derbarê krîza Yemenê da û got: "Em hêvî dikin ku berxwedana qehremanane ya gelê Yemenê bigihêje vê encamê ku dorpêça zalimane were rakirin û aştiyeke dadperwerane û mayinde pêk were. "
Hewldanên dîplomatîk ên Îranê yên herî dawî ji bo çareserkirina qeyrana keştiya neftkêş a Safer mijara din a vê hevpeyvînê bû.
Muhemed Ebdulselam jî di vê hevpeyvînê de sipasiya piştevaniya siyasî ya Komara Îslamî ya Îranê ji Yemenê kir û hin agahî derbarê guhertin û geşedanên vê dawiyê yên ser muzakireyên aşitiyê yên Yemenê dan.