Sekreterê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê: Amerîka di qonaxa daketina hêzê da ye
Sekreterê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê got: Amerîka êdî weke berê nîne, belkî di qonaxa daketina hêzê da ye û Israîl jî weke erbaba xwe ber bi lawazî û hilweşiyanê va dimeşe û ev tiştek e ku Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê li ser wê teqezî kiriye.
Li gorî rapora Kanala Meyadînê, Seyid Hesen Nesrullah, Sekreterê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê berêvara roja Çarşemiyê di axaftina xwe ya bi boneya koça dawî ya Şêx Qazî Ehmed Zîn Serokê desteya emîrndarên Civata zanayên misilman a Libnanê da got: Bereya berxwedanê qonaxa herî dijwar û xeternak a dîroka xwe li pey xwe hîşt û li hemberî gefan kiryarine ciddî pêk anîn û şiyanên xwe xurt kirin.
Wî got: Israîlî nîgerana zêdebûna hêza Berxwedanê ne û gefa şêrr dixwin, di halekî da ku ew ji şêrr ditirsin.
Sekreterê giştî yê Tevgera Hizbullaha Libnanê derbarê gotûbêjên aştiyê li Yemenê got: Medyayên xapînok û fêlbaz hewil didin ku siûdiyan mezlûm nîşan bidin û wiha nîşan bidin ku siûdî li dû aştiyê ne, lê Ensarullah aştiyê red nake; Lê plana nû ya siûdiyan jibo bidawîanîna şêrr li Yemenê, şerê nû yê medyayî dijî yemenê ye.