Hêzên Yemenî çend deverên Marib kontrol kirin
Çavkaniyên leşkerî ragihandin ku hêzên artêşa Yemenê û komîteyên gelêrî li parêzgeha Maribê pêşde diçin û deverên din kontrol kirin.
Li gorî El-Exbar; Çavkaniyên leşkerî roja Sêşemê ragihandin, di encama pêşveçûna hêzên Yemenî li Maribê, çekdarên girêdayî Serokomarê îstîfakirî û hilweşandî yê Yemenê Ebd Rebbeh Mensûr Hadî û çekdar û terorîstên El-Qaîde û DAIŞê li vê parêzgehê gelek deverên stratejîk winda kirin. Van Çavkaniyan destnîşan kirin ku artêş û komîteyên gelêrî yên Yemenê li eniyên El-Belqîn El-Ewset û El-Qeblî yên li başûrê rojavayê bajarê Maribê pêşkeftinên girîng bi dest xistin û herêmên stratejîk ên El-Kesare, El- Fucwe, El-Heramle, El-Sîtere û Îdat el-Ra'i xistin destê xwe.
Li gorî vê raporê, pevçûnên dijwar li taxên el-Telet el-Hemra li Marmib diqewimin û bi dehan çekdarên girêdayî rejîma Siûdî ji hêla hêzên Yemenî ve hatine dorpêç kirin.
Li gor Çavkaniyên Nûçeyan Hêzên fkirêgirtî yên Siûdî û hêzên Ebd Rebbeh Mensûr Hadî nahêlin aware û xelkê sivîl derbasî deverên ewleh li rojhilatê bajarê Marib bibin.