Adar 26, 2021 21:19 Asia/Tehran
  • Hêzên yemenî bi 26 mûşek û balafirên bêmirov êrişî ser kûrahiya Erebistana Siûdî kirin

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenî got ku wan li dijî artêş û bingehên Erebistana Siûdî li kûrahiya vî welatî bi 18 balafirên bê pîlot û heşt mûşekên balîstîk operasyonek berfireh pêk anîn.

Li gor nûçeya Al-Masira ya Yemenê ya îro 26.03.2021ê berdevkê hêzên çekdar ên Yemenî Yehya Serî ragehandiye ku şîrketa Aramco ya Siûdiyê li Res el-Tenûre, Yenbe, Rabix, Cazan û bargeha hewayî ya Melik Ebdulezîz li El-Demam bombebaran kirine.

Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenî aşkera kir, di êrişa ser Şirîketa Aramco 12 balefirên bê balefirvan yên Semad-3 û 8 mûşekên Zulfeqar, Bedir û Seîr hatine bikaranîn.

Sari diyar kir ku bargeh û mewziyên leşkerî yên din ên li "Necran" û "Esîr" bi 6 balafirên bê pîlot ên "Qasif 2K" bûne hedefa êrişan.

Ji aliyê din ve Îro 26.03.2021ê berdevkê wezareta berevaniya Siûdiyê emîd Turkî Malikî îdia kir ku hêzên Siûdiyê 8 balefirên bê balefirvan ên Ensarullaha Yemenê ku êrîş kirine ser rawestgeha nefta Cazanê, roxandine.

Serepeyv