Keştiya Îsraîlî li Behra Mekran bû hedef
Adar 26, 2021 12:12 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku roketek li behra Mekran li keştiyek aîdî kompaniyeke Îsraîlî ket.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fars, rapor diyar dikin ku keştiyek barhilgir a şirîketek li Filistîna dagirbûyî li Deryaya Mekran kete ber armancai moşekekê û zirar û ziyan lê ketin.
Kanala 12 TV ya Îsraîlî ragihand ku keştî ji Tanzanyayê ber bi Hindistanê ve diçû û piştî êrîşê rêwîtiya xwe berdewam kir.
Medyaya Siyonîst ragihand ku ev kompanî ayidî XT Management dibe, ku li bajarê bendergeha Haifa li Filistîna dagirbûyî ye.