Erebistana Siûdî li Yemenê agirbesteke berfireh pêşkêşî dike
Piştî şeş salan şerê li dijî Yemenê, wezîrê karên derve yê Erebistanê îdîa kir ku Riyazê însiyatîvek (destpêşxeriyek) pratîk amade kiriye da ku şer biqede.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya siûdî (WAS) roja Duşemê, wezîrê karên derve yê siûdî Feysel bin Farhan banga agirbestê li Yemenê kir di dema konfêransa zindî ya çapemeniyê de ku fermandarên hevalbendiya dijî-Yemenî beşdar bûn û got ku li gorî destpêşxeriya Riyazê Balafirgeha Sanaa bi awayekî sînordarê dê ji nû ve were vekirin û zexta li ser bendera el-Hudeydeh dê were kêmkirin.
"Feysel bin Farhan" diyar kir ku Erebistana Siûdî di vê destpêşxeriyê de lê digere li Yemenê agirbestê biedilîne, bi şertê ku hukûmeta Rizgariya Neteweyî ya vî welatî, ku Ensarullah jî beşek e, pê razî be.
Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî destnîşan kir ku pêşniyara destpêşxeriya Riyazê agirbesteke berfireh li Yemenê bi serokatiya Neteweyên Yekbûyî û bi razîbûna dewleta îstifkirî ya Yemenê û Ensarullaha Yemenê digire ber xwe.
Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî carek din Îran bi destêwerdana karûbarên Yemenê tawanbar kir û îdia kir ku sedema dirêjbûna şerê li dijî Yemenê destwerdana Tehranê ye!
BerdevkêEnsarullaha Yemenê Mihemed bin Abdul Selam û serokê tîma muzakereyê ya Hikûmeta Rizgariya Neteweyî bertek nîşanî plana Siûdî da û got ku plana Siûdî ne nû ye.
"Erebistana Siûdî bi xwe beşek ji êrişkariya li dijî Yemenê ye," wî tweet kir: "Her nexşeyek ku rastiya ku Yemen di bin êriş û dorpêçkirinê de ye tune bihesibîne ne cidî ye û tiştek nû nîne."
Şerê Hevpeymaniya Siûdî li dijî Yemenê 26ê vê mehê(Adar) dikeve sala xwe ya heftemîn.
General Yehya Serî, berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenî, êvara Yekşemê got ku hevpeymana Siûdî di şeş salên çûyî de bêtirî 260 hezar caran Yemen bombebaran kir û ji destpêka vê salê de bêtirî 1000 caran bombe ser yemenê mal û avahî û binavahiyên gelê Yemenê rijandin.