Adar 14, 2021 19:52 Asia/Tehran
  • Netanyahu ji tirsa Ensarullah serdabna xwe ya Îmaratê betal kir

Serokwezîrê Rejîma Îsraîlê got ku wî ji tirsa êrişên mûşek û roketan ên Ensarullah sefera xwe ya Îmaratê betal kiriye.

Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî Benjamin Netanyahu îro Yekşemê di hevpeyvînekê de digel televîzyona Kanal 13 a vê rejîmê got ku Urdun hefteya borî qada xwe ya asmanî li ser balafira wî bi awayekî berwext girt û tenê rêyek ji bo çûyîna wî bo Îmaretê ma ku ew jî riya asmanî ya Erebistana Siûdî bû.

Li gorî vê raporê, Netanyahu derbarê pirsgirêka ser riya esmanî ya Erebistana Siûdî zêde neaxivt û negot ka balafira wî ji hêla mûşeka Ensarullah a Yemenê ve hatiye hedef girtin an na.

Biryar bû Netanyahu roja Pêncşema borî biçûya Îmaratên Erebî yên Yekgirtî da ku bi Paşmîrê Ebûzebî  Muhemed bin Zayid re bicive.

Di heman demê de, hêzên Ensarullah û artêşa Yemenî di bersiva berdewamiya êrişa Erebistana Siudî de bi roket û balafirên bê pîlot  êrîşî yek ji bendergehên nefta Erebistanê kirin ku eva bû sedem firînên Balafirgeha Navneteweyî ya Cedeyê werin sekinandin.

Berê, sedema betalkirina seredana Netanyahu ya Îmaratê astengkirina derbasbûna welîehdê Urdinê bo nav Mescîd el-Eqsayê ji aliyê karbidestên Îsraîlî ve hatibû ragihandin.

Serepeyv