Adar 13, 2021 10:59 Asia/Tehran
  • Borêl daxwaza agirbesa bilez li Yemenê kir

Berpirsê Siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewropayê di gotûbêja telefonî digel Ehmed buin Mubarek Wezîrê karên derve yê dewleta istîfakirî ya Yemenê dilgiraniya xwe derbarê pevçûnên Yemenê nemaze li parêzgeha Marebê diyar kir û daxwaza vekolandina rêyan bi alîkariya şandeyê taybet ê NY li karên Yemenê jibo pêkanîna agirbesa lezgîn li vî welatî kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Cozêp Borêl, Berpirsê Siyaseta derveyî ya Yekîtiya Ewropayê roja Îniyê ragihand ku Yekîtiya Ewropaayê ji gişt aliyên şêrr dixwaze ku bêyî herimandina demê çalakiyên dijminane bi dwî bînin û gotûbêjên siyasî yên giştalî bi pêgiriya li ser girîngiya jinan di pêvajoya aştiyê da dest pê bikin.

Wî her wiha got ku Yekîtiya Ewropayê gişt êrîşên dijî welatiyên sivîl şermezar dike.

Serepeyv