Adar 05, 2021 21:28 Asia/Tehran
  • Êrişên asmanî yên Yemenê ser bingeha Melik Xalid û balafirgeha Ebhayê li Erebistana Siûdî

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê ji bombebarana çeperên Siûdî li Baregeha Hewayî ya Melik Xalid û Balafirgeha Ebhayê ya Navneteweyî xeber da.

Li gorî kanala nûçeyan a El-Masira, berdevkê artêş û hêzên gelanî ragihand ku balafirên bê mirov ên Yemenê pêncşemê serê sibehê karîn cihên girîng di bingeha hewayî ya "Melik Xalid" û balafirgeha navneteweyî ya "Ebha" li Erebistanê bombebaran bikin.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Yehya Serî got ku êrîş li bersiva zêdebûna êrişên Hevpeymaniya Siûdî û domandina dorpêça ser gelê Yemenê pêk hatin.

Di vê navberê de, Yehya Serî roja Çarşemê ragihand ku artêş û komîteyên gelerî yên Yemenê dîsa êrişa mûşekî ser Aramco li Ceddehê destpê kirin.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenî diyar kir ku bi tekez Mûşekên me li hedefên xwe ketin û got: Ev êrîş bertekek xwezayî û rewa ye li hember domandina dorpêça zalimane ya li dijî gelê Yemenê û êrişa li dijî vî welatî.

Serepeyv