Sibat 28, 2021 10:19 Asia/Tehran
  • Çend fermandarên leşkerî yên hevpeymaniya Siûdî li Mareba Yemenê hatin kuştin

Çavkaniyên medyayî qala mirina çend fermandarên ser bi Hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî li bereya Mareba Yemenê kirin.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Mehr Newsê, Medyayên yemenî ragihandin, Nasir Seîd Berhetî Fermandarê leşkera duyem a Hêzên hevpar û Ebde Elî Wafî, Mervan Muhsin û Rezaz Numan Salihî 3 fermandarên din ên dewleta xwebinavkirî ya Mensûr Hadî ji aliyê hêzên yemenî va hatine kuştin.

Çavkaniyên agah roja Şemiyê jî qala mirina Ebdulxenî Şeilan ji fermandarên hêzên taybet ên ser bi dewleta girêdayî bi Erebistanê li Marebê kirin.

Kuştina fermandarên leşkerî yên kirêgirtiyên Hevpeymaniya Siûdî li bereya Marebê di halekî da ye ku hêzên artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê pêşdaçûna xwe di vê bereyê da didomînin û Erebistana Siûdî di bereberê şikesteke girîng di Marebê da ye.

 

Serepeyv