Sibat 28, 2021 00:18 Asia/Tehran
  • Fermandarê hêzên taybet ê Mensûr Hadî li Marib hate kuştin

Çavkaniyên herêmî dibêjin ku fermandarê hêzên taybet ê Ebd el-Mensûr Hadî, serokkomarê îstifakirî û reviyayî yê Yemenê, li Marib hate kuştin.

Al-Jazeera Al-Mubasher TV ji zarê çavkaniyên herêmî ragihand ku "Ebdul Ghenî Şelan", fermandarê hêzên taybetî, yê Ebd Rebbeh Mensûr Hadî, di êrîşek li Marb ji hêla artêş û komîteyên gelanî yên Yemenî ve hate kuştin.

Şer û pevçûnên li Maribê di van rojên dawî de dijwartir bûn,  hêzên artêşa Yemenê û komîteyên gelerî xwe gihandine 5 km-iya Maribê.

Erebistana Siûdî, ku ber bi şikestinek mezin li Marib e, koma têrorîst a DAIŞ`ê ji bo rûbirûbûna artêş û komîteyên gelerî yên Yemenê bikar aniye.

Serepeyv