Sibat 26, 2021 01:13 Asia/Tehran
  • Pêşveçûna hêzên Ensarullah li

Jêderên medyayî derbarê pêşveçûna hêzên arteşa Yemenê û el-Haşd el-şebiya Yemenê li eniya Marib û mirina hejmarek serfermandarên payebilind ên hêzên girêdayî rejîma Siûdî li navçeyê agahî dan.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mehr; Medya û tûrên civakî yên Yemenî roja Pêncşemê ragihand ku hêzên Senayê du deverên li Wadî Zene, başûrê rojhilata Sarwah, rojavayê bajarê Marib kontrol kirin.

Çavkaniyên leşkerî yên Yemenî hilweşandina bilez a hêzên ser bi serokomarê îstîfakirî yê Yemenê yê kirgirtiyê siûdî Mensûr Hadî û hevalbenda êrişker li derdora bajarê Marib ragihand, û got ku hêzên artêş û komîteyên gelanî ber bi derbasgeha rojhilata parêzgeha Marib ve pêşve diçin. Ew parêzgeha Marib li parêzgeha Hezermût li rojhilata Yemenê girê dide û derbasgeha Al-Wadiyah digel Erebistana Seûdî ye.

Di heman demê de, piştî nêzîkbûna ketina Marib bi destê hêzên Ensarullahê, çavkaniyên Yemenî ragihandin ku serokên partiya El-Islah a Mensûr Hadî, di nav de Mihemed el-Hazmi, reviyane Tirkiyê.

Herwiha Çavkaniyên Yemenî dibêjin ku di şerê Çiyayê Al-Mashjah de du fermandarên girêdayî kirêgirtiyên Al-Seud hatine kuştin.

Serepeyv