Sibat 20, 2021 00:07 Asia/Tehran
  • Hêzên Hikûmeta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê li Marib rûbirûyê serhildêr û terorîstan dibin

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Rizgarîya Neteweyî ya Yemenê bi bicîhkirina hêzên ewlekarî û herêmî piştgirî dide welatiyên li parêzgeha Marib, nemaze li deverên rizgarkirî.

Li gorî kanala Al-Manar, Serleşker Ebdul Kerîm Amir el-Dîn el-Hewsî, Wezîrê Navxwe yê Hikûmata Rizgariya Neteweyî ya Yemenê ku bingeh li Senayê ye, nexşeyek jibo dabînkirina ewlehiya hemwelatiyan li parêzgeha Marib û herêmên rizgarkirî yên wê ragihand. 

Li gorî nexşeyê, Wezareta Navxwe ya Yemenê dê hêzên ewlehiya navendî, hêzên rizgarkirinê û hêzên parastina navendên hikûmetê li deverê bicîh bike da ku ewlehiya welatiyan bi alîkariya karbidestên herêmî li parêzgeha Marib dabîn bike û tenduristî û samanên wan li herêmên rizgarkirî biparêze.

Mêhwera sereke ya şer li Marb, navenda Yemenê ye. Di van rojên paşîn de, li bajarê "Serwah" bi qasî 35 kîlometrên çargoşe wekî bajarê herî mezin li parêzgeha Marib ya xwedan neft hatine rizgarkirin. Hêzên artêş û komîteyên gelerî yên Yemenî gihîştine 10 km dûrî paytexta parêzgeha Marib. Van pêşkeftinên hanê bûye sedema tirs û tevgerên nû yên Erebistana Siûdî, di nav wan de têkiliyên bi koma têrorîst a DAIŞ`ê re di şer de.

Serepeyv