Sibat 16, 2021 18:07 Asia/Tehran
  • Zêde ji 120 kirêgirtiyên siûdî li Mareba Yemenê hatin kuştin an birîndar bûn

Medyayan qala kuştin û birîndarkirina zêde ji 120 kirêgirtiyên hevpeymaniya Siûdî ji aliyê Artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê li Marebê kirin.

Malpera Sebah El-Yemenî îro Sêşemiyê ragihand ku Operasiyona Artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê jibo azadkirina bajarê Marebê gihîştiye derdora bajêr û rewş jibo hêzên hevpeymaniya Siûdî û dewleta istîfakirî gelek dijwar bûye.

Li gorî vê raporê, Hêzên yemenî bi pêşdaçûnên berfireh di bereyên cûrbecûr ên bajarê Marebê da, beşine berfireh ji wan gundekî navçeya Seravahê û navçeya stratejîk a El-Zorê kontrol kirine.

 

 

Serepeyv