Sibat 15, 2021 21:56 Asia/Tehran
  • Êrîşa balafirên bê mirov ên Yemenî ser du balafirgehên li Cedeh û Ebhayê yên Erebistana Siûdî

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê derbarê êrişa balafirên bêpîlot ser pêgeh û çeperên Siûdî li Balafirgehên Cedeh û Ebhayê yên Navneteweyî xeber da.

Li gorî kanala Al-Mayadin, general Yehya Serî, berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenî, îro Duşemê bi ragihandina vê nûçeyê got ku du balafirên bê mirov ên artêşa Yemenê bi baldarî armancên li balafirgehên Ebha û Cedehê bombebaran kirin.

Serî tekez kir ku operasyon beşek ji bersiva qanûnî bû li hember zêdebûna êrişên leşkerî û dorpêça dijî Yemenê.

Di vê hefteya borî de eva pêncemîn êrişa balafirên bê mirov e ku ji hêla artêşa Yemenî ve ser Balafirgeha Ebhayê ya li başûrê Erebistana Siûdî cih tê.

Roja Yekşemê, berdevkê hêzên çekdar ên Yemenî ragihand ku du balafirên bêpîlot ên Semad 2 û Semad 3 Balafirgeha Ebhyêa kirin hedef.

Yehya Serî tekez kir ku ev operasyon beşek ji bersivek xwezayî û yasayî bû li hember zêdebûna desdirêjî û  êrişên hevalbendiya siûdî û dorpêça Yemenê û carek din hemî hemwelatiyan hişyar dike ku ji balafirgeh û bingehên ku ji bo armancên leşkerî yên hevalbendiya siûdî têne bikar anîn dûr bimînin.

Piştî ragihandina vê nûçeyê, medyaya Siûdî îdia kir ku koalîsyona Siûdî du balafirên bê mirov ên Yemenî li ser rêya Xemîs Meşît şopandine.

Serepeyv