Sibat 14, 2021 17:02 Asia/Tehran
  • Êrîşa balefirên bêbalefirvan ser balefirgeha Ebha ya Erebistanê

Yekîneya balefirên bêbalefirvan ên Artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê balefirgeha Ebha ya Erebistanê dan ber êrîşê.

Li gorî rapora Kanala Mesîreyê, Yehya Serî Berdevkê Hêzên çekdar ên Yemenê got: Yekîneya balefirên bêbalefirvan ên Artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê îro Yekşemiyê bi du balefirên ji cûreya Semad-2 û Semad-3 balefirgeha Ebhayê li başûrê Erebistanê careke din dane ber êrîşê.

Serî got: Ev operasiyon di çarçova berteka qanûnî û xwezayî li hemberî zêdebûna destdirêjiya Hevpeymaniya Siûdî û dorpêçkirina giştalî ya Yemenê pêk hatiye.

Ev çaremîn êrîşa ji vê cûreyê li ser balefirgeha Ebhayê di pênc rojên bihurî da ye.

Balefirên şêrr ên Siûdî balefirgeha Ebhayê jibo bombebarana axa Yemenê bi kar tînin.

 

Rayedarên Ensarullaha Yemenê ragihandine, heke welatên destdirêjker bombebaranan rawestînin, dê êrîşên mûşekî û balefirên bêbalefirvan bên rawestandin.

 

 

Serepeyv