Sibat 11, 2021 13:31 Asia/Tehran
  • Amerîka bersiva yemeniyan bo cinayeta Rejîma Siûdî pê balafirên bêpîlot şermezar kir

Koşka Spî roja Çarşemê li şûna şermezarkirina êrişên koalîsyona dagirker a Siûdî ya li ser Yemenê, bersiva balafirên Yemenî ya li dijî cinayetên Erebistanê rexne kir.

Qesra Spî di daxuyaniya şermezarkirina operasyona balafirên bê mirov ên Yemenê ya li dijî Balafirgeha Abha li başûrê parêzgeha Esîr a Erebistana Siûdî de îdia kir ku Yemenî dixwazin ku şêrr dirêj bikin.

Wezareta Karên Derve ya Amerîka roja Çarşemê bi hilêxistina îdiayên bêbingeh li dijî Hikûmeta Rizgarîya Neteweyî ya Yemenê, êrişa yemeniyan li dijî cîgeha balafirên şêrr ên dijminê dagirker a siûdî li Balafirgeha Abha şermezar kir.

Artêşa Yemen û komîteyên gel roja çarşemê li bersiva cinayetên hevpeymaniya êrişker a siûdî bi balafirên bêpîlot balafirgeha Abhaya Erebistana Siûdî kirin hedef.

Balafirgeha Abhayê baregeheke sotemenî û piştgiriyê ya balafirên şer e ku di êrişên koalîsyona Siûdî ya li Yemenê de tê bikar anîn.

Serepeyv