Sibat 04, 2021 12:07 Asia/Tehran
  • Çûyîna Nêtanyahû bo Imarat û Behreyênê hat betalkirin

Çavkaniyekî agah qala betalbûna çûyîna Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst bo Imarat û Behreynê kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Ofîr Cendilman, Berdevkê erebî yê Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst îro Pêncşemiyê di hesaba xwe ya Twitterê da nivîsî: Çûyîna Bênyamîn Nêtanyahû Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst bo Imarat û Behreynê bo demeke din hatiye paşdaxistin.

Wî îdia kir ku betalbûna çûyîna Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst ji ber girêdana asimanê Filisstîna dagirkirî pêk haatiye.

Çavkaniyên siyonîst pêştir ragihandibûn ku Nêtanyahû dê 9ê Sibatê biçe Imarat û Behreynê.

Bi zextên Donald Trump serokomarê berê yê Ameîrkayê jibo normalkirina pêwendiyên rejîmên rebî digel Rêjîma Siyonîst, çar welatên Imarat, Behreyn, Sûdan û Mexribê bi awayekî fermî li ser normalkirina tam a pêwendiyên dîplomatîk li hev kirin.

Ev normalkirina pêwendiyan digel Rêjîma Siyonîst tûşî itiraza berfireh li Cîhana Îslamê bûye.

 

Serepeyv