Sibat 02, 2021 01:15 Asia/Tehran
  • Hîzbullahê Libnanê balafirek bêpîlot a Rejîma Siyonîst xist erdê

Medyaya Libnanî ragihand ku hêzên Hizbullaha Libnanê balafirek bêpîlot a artêşa Rejîma Îsraîl xiste erdê.

Li gorî ragihandina rapora Al-Mayadin, firokeya bêfirokevan a Rejîma Siyonîstî vê sibeha Duşemê derbasî qada asmanî ya Libnanê bû ku ji hêla hêzên Berxwedana Îslamî ve li bajarokê Belîda ya başûrê Libnanê hate kontrol kirin û li başûrê Libnanê ew li erdê dan rûniştandin.

Li gorî vê raporê, balafira keşfê ya Rejîma Îsraîlê niha radestî hêzên berxwedanê yên Lubnanê hatiye kirin.

Di rewşa ku Hizbullaha Libnanê di vê barê de hûrguliyên zêdetir nedaye, artêşa Rejîma Îlisraîlê daxistina balafira xwe piştrast kir.

Serepeyv