Çile 30, 2021 12:54 Asia/Tehran
  • Ensarullaha Yemenê pêşwazî li biryara Îtalyayê ya sekinandina firotina çekan ji bo koalîsyona Seudî kir

Tevgera Ensarullaha Yemenê pêşwazî li biryara Îtalyayê ya sekinandina firotina çekan ji hevpeymana Seûdî ya êrişker kir.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê îro Şemiyê, tevgera Ensarullah ya Yemenê di daxuyaniyekê de ragihand ku biryara Îtalyayê ya rawestandina firotina çekan bo welatên ku êrişî Yemenê dikin gavek erênî ye ji bo piştgirîkirina sivîlan û pêvajoya aştiyê.

Kanala Al-Jazeera ya Qeterê ragihand ku hukumeta Îtalyayê destûrnama xwe ya firotina bombe û mûşekan bo Îmarat û Erebistana Seûdî betal kir û diyar kiriye ku ew ê destûr nede destûrnamên firotina çekên nû ji koalîsyona Seûdî re were dayîn.

Rojnama Wall Street Journal vê dawîyê, ji zarê karbidestên Amerîkî ragihand, ku hikûmeta Amerîkayê danûstandinên çekan a çend mîlyar dolarî ya hikûmeta Donald Trump ji nû ve hildikole  û plana firotina balafirên F-35 bo Îmarat û bombeyên birêvebirî û kontrolkirî bo Erebistana Seûdî berwext dide rawestandin.

Erebistana Seûdî, bi piştevaniya Amerîkayê û çend welatên erebî yên wekî Îmarat û çend welatên din, ji Adara 2015 vir ve bi êrişa leşkerî ser Yemenê, dorpêçek bejayî, behr û hewayî li dijî vî welatî despê kir. Di encama van şerfiroşiyên Erebistanê û hevalbendên wê li dijî gelê Yemenê de heya niha ji 17 hezarî zêdetir Yemenî hatine kuştin, bi deh hezaran kes birîndar bûne û bi mîlyonan Yemenî jî koçber bûn.

Serepeyv