Çile 27, 2021 23:54 Asia/Tehran
  • Li Lubnanê di pevçûna di navbera ciwanan û hêzên ewlekariyê de 45 kes birîndar bûne

Xaça Sor a Lubnanê ragihand, ku li bajarê Trablûsê êvara Sêşemê di pevçûna di navbera ciwanan û hêzên ewlekariyê de herî kêm 45 kes birîndar bûne.

Li dijî astengiyên ji ber krîza tenduristiyê, ciwan roja Sêşemê careke din daketin qadan.

Polîsan bi bombeyên gazê û fîşekên plastîk dest li xwepêşandana werdan, çalakgeran jî bi molotof kokteylan û keviran bersiv dan hêzên ewlekariyê.

Şeva Duşemê jî herî kêm 30 kes birîndar bûbûn.

Yek ji mezintirîn bajarê bakurê Lubnanê Trablûs ji bajarên herî xizan ên Lubnanê ye. Bi şewba vîrûsa koronayê re rewş girantir bû.

Beşeke mezin a şêniyên bajarê Trablûsê li gorî tedbîrên mayîna li malê tevgeriyan. Hêzên ewlekariyê jî cezayê pereyan li gelek kesan birîn.

Rayedaran dema tedbîrên mayîna li malê ku 25'ê Çileyê dest pê kirin heta 8'ê Sibatê dirêj kirin.

Serepeyv