Neteweyên Yekbûyî banga rakirina dorpêçên li ser Yemenê dike
Neteweyên Yekbûyî bang li hikûmeta Amerîkayê kir ku cezayên li ser Yemenê rake.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephen Dujarric êvara Sêşemê got: "Dema ku bi mîlyonan Yemenî birçî ne, welat nikare tehemûla rawestandina bazirganiyê bike."
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî bang li Amerîkayê kir ku terorîst ragihandina tevgera Ensarullah ya Yemenê betal ke.
Wezareta Xezînedariya Amerikayê Duşeme bi şev (bi dema Tehrane) ragihand ku ew ji bo beşek ji sizayên Washington li dijî tevgera Ensarullah ya Yemenî bexşandina mehekê derxist.
Di vê navberê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken vê dawiyê ragihand ku Waşîngton dê li ser ragihandina tevgera Ensarullah ya Yemenî wekî rêxistinek terorîst bifikire û wê berçavan derbas bike.
Wezîrê Derve yê berê Mike Pompeo di 11ê Çile de ragihand ku vê wezaretê biryara xwe derheq terorîstragihandina tevgera ensarullah gihandiye agahdariya Kongreyê .